Muzeya taybet a fosîlan

Bi fosîl û cewherên madenan li kargeha xwe muzeyek vekir.

Muzeya taybet a fosîlan

Nusret Çobanê Elezîzî endezyarê kanzayê ye. Çoban di nav 20 salan de gelek fosîl û cewherên madenan berhev kirine. Endezyarê Elezîzî li kargeha xwe muzeyek ava kir û van malzemeyan li kargeha xwe nîşan dide.

Ednezyarê kanzayê Nusret Çoban 67 salî ye û ev 20 sal in li Elezîzê bi karên kanzayê re mijûl dibe.

Çoban ji roja ku ji zanîngehê mezûn bû û vir ve fosîlên kevn û cewherên madenê berhev dike.

Endezyarê Elezîzî li kargeha xwe ji xwe re muzeyeke taybet çêkir.

Malzemeyên ku berhev kirine di muzeya xwe ya teybet de nîşan dide.

Endezyarê Elezîzî dixwaze li bajarê xwe li gorî standartên navneteweyî muzeyeke madenan veke.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE