Muzeya Wanê meraqdarên dem û dewranê diezimîne

Li muzeyê ji gelek dem û dewranî nêzî 45 hezar berhem raxistîne, beşên bûyerên dîrokî wek şano lê tên nîşandan hene, ji biçûkan bigir heta mezinan deriyê wê ji mêvanan ra vekiriye.

Muzeya Wanê meraqdarên dem û dewranê diezimîne

Li Muzeya Wanê ya ku di çarçoveya Projeya Piştevaniya Navendên Dilkêşiyê ya ji alî Wezareta Pêşketinê va hat çêkirin û ji heyama Urartiyan ji gelek şaristaniyên din mayîn nêzî 45 hezar berhem lê raxistîne. Di muzeyê da hin cih hatine avakirin û bûyerên dem û dewranên berê da qewimîne weke ji nû va çêdibin wek şano û sînemayê tên nîşandan.

Li bajêr avahiya muzeyê ya berê ji ber erdhejên di 23ê Cotmehê û 9ê Mijdara 2011î da qewimîn zirar dîtibû û di şûna wê da li bakûrê Kelha Wanê avahiyeke nû ya ji bo muzeyê hat çêkirin û 2 sal berê jî hatibû vekirin. Niha berhemên dîrokî yên li muzeyê raxistîne bi tenê ne ji bo Wanê bo dîroka bajarên der û dora Wanê jî wek çavkanî ne.

Muzeya li navçeya Îpekyoluyê 13 hezar metreqereyê wê sergirtî bi tevahî ji 50 hezar metreqereyî pêk tê ji bo ziyaretvanan awayek nûjen hatiye avakirin.

Di nav muzeyê da nêzî 45 hezar berhemên dîrokî hene û dema meraqdarên dem û dewranên berê dikevin nav van berheman û têra dilê xwe digerin. Lê ji ber ku şewba Kovîd-19ê li çar aliyê dinyayê bi tesîr bû ev demek bû muze jî ji mêvanan mehrûm mabû û niha bo ezimandina wan amadeye.

- "Ji muzeyên bingeha wê herî saxlem e yek e"

Midûrê Muzeyê Erol Uslu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Muzeya Wanê ji hêla berhemên di nav xwe da dihewîne xwedî koleksiyoneke gelek dewlemend e û ji ber berhemên Urartiyan jî li rûyê dinyê di vê qadê da ya herî mezin e.

Uslu bibîr xist ku şaristaniya Urartuyan Wanê ji xwe ra wek paytext îlankiribûn û ji ber zêdebûna berhemên li bajêr wan qismek muzeyê ji bo berhemên wan cihê kir û qismên din ên muzeyê jî ji bo berhemên şaristaniyên berî û piştî Urartiyan mane cihêkirin.

Meraqdarên dem û dewranên berê dema biçin Muzeya Wanê ji ber mîmariya nûjen a muzeyê wê xwe wek di demên berê da dijîn hîs bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE