Muzeyeke şexsî vekir

Sabri Yürük bi 380 cure amûrî muzeyeke çandî vekir.

Muzeyeke şexsî vekir

Li Şırnakê û navçeyên wê her ku diçe hejmara muzeyan zêde dibe. Yek ji wan muzeyan jî bi ked û xebata welatiyê bi navê Sabri Yürük hat vekirin. Yürükê 75 salî di nav 40 salan de 380 cure berhemên kevnare daye hev..

Sabri Yürükê 75 salî hezkiriyê berhemên çandên bere ye û ev gelek sal in bi destê xwe berhemên berê berhev dike.

Piştî demekê jî li Şırnakê ji bo her kes berhemên wî bibine muzeyek vekir.

Di muzeyê de ji tar, dasûk û coniyan heya destar û amûrên çandî 380 cure berhem hene.

Xelqê navçeyê jî ji vebûna muzeyê gelek kêfxweş in.

Muzeya Sabri Yürük, hefteyê heft rojan di xizmeta welatîyan de ye.

Yûrûk dibêje riya kî bi van aliyan bikeve bila were û van berheman bibine.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE