Muzeyeke şexsî vekir

Mecit Akgül bi 500 cure amûrî muzeyeke çandî vekir

Muzeyeke şexsî vekir

Li navçeya Midyata Mêrdînê gelek mûze hene û yên nû jî tên vekirin.

Yek ji wan mûzeyan jî bi ked û xebata welatiyê bi navê Mecit Akgül hat vekirin.

Akgül hezkiriyê berhemên çanda kevin e û ev gelek sal in bi destê xwe berhemên berê berhev dike.

Piştî demekê jî li Taxa Katorî ya navçeyê ji bo her kes berhemên berhevkirî bibîne mûzeyek vekir.

Di mûzeyê de ji tar, dasûk û coniyan heya destar û amûrên çandî 500 cure berhem hene.

Xelqê navçeyê jî ji vebûna mûzeyê kêfxweş e.

Êdî mûzeya Mecit Akgül li benda hatina turîstan e.

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE