Muzîkê nabihîzin lê govendê digerînin

Koma xwendekarên ku guhê wan nabihîzin li ber defê govend gerand.

Muzîkê nabihîzin lê govendê digerînin

Xwendekarên dibistana navîn a surkentê nabihîzin lê dîsa jî dikarin li ber defê govendê bigerînin. Li dîyarbekirê, di vê koma xwendekarên astengdar de 12 kes hene û hînî lîstikên gelêrî dibin. Ev ciwan li gorî hereketa defê tevdigerin û bi vî awayî lîstikên gelêrî dilîzin.

Navenda Perwerdeya Gel a Yenîşehîra Dîyarbekirê ji 12 xwendekarên Dibistana Astengdarên Bihîstinê ya Surkentê, komeke lîstikên gelêrî ava kir.

Guhên wan nabihîzin lê ew astengdar li ber defê, bêyî ku gava xwe şaş bikin govendê digerînin. Çavên xwe ji defê venaqetînin, li gorî tevgerên defê dilîzin û bi vî awayî rîtmê ji dest nadin.

Nêzî salekê perwerde bûn û paşê wan dest bi dîlanê kir. Êdî ev ciwanên şareza dikarin lîstikên herêmî pêşkêş bikin.

Midûr û mamosteyên Navenda Perwerdeya Gel a Yenişehirê jî derbarê kurs û perwerdeyê de agahî dan û got : “Me hewl da em tiştekî rayî wan bidin û ez bawer dikim di vê mijarê de em bi ser jî ketin. Me gelekî zehmetî dît, me hewl da yeko yeko nîşanî wan bide û me bi rêbaza gavavêtinê hînî wan kir. Bi vê yekê bawerîya wan bi wan hat.”

Midûra Navenda Perwerdeya Gel a Yenişehirê Nuray Hurata: "Bi tenê ne ji bo astengdarên ku nabihîzin, herweha ji bo kesên ku nabînin û astengdarên din jî di 18 kategorîyan de kursên me hene.

Her çi qasî nebihîzin jî ew jî weke mirovên din têra dilê xwe govend û dîlanê dikin.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 09:27
Şîrove Bike
ŞÎROVE
ahmet
ahmet - 2 ay Berî

bu müdüre hanım yenşehir halk eğitimde eğitim devrimi yaptı

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE