Li Wanê yek ji navnenda turîzmê, Girava Axtamarê ye. Her sal bi sed hezaran turîstên xwemalî û biyanî ji bo gerê tên giravê. Îsal jî piştî ku hewa germ bû, bi 10 hezaran tûrîstî berê xwe dan Girava Axtamarê.
Bi hatina biharê re, li herêmê jî sezona tûrizmê dest pê dike.
Gelek turîstên xwemalî û biyanî ji bo li deverên dîrokî û qedîm bigerin, berê xwe didin herêmê.
Ji wan cihên dîrokî û qedîm yek jî Girava Axtamarê ye.
Girava ku bi ser Gewaşa Wanê ve ye, her sal bi sed hezaran tûristî diezimîne.
Îsal jî ji niha ve bi deh hezaran kes çûn girava qedîm ziyaret kirin.