Mêvanên ji çar aliyê Tirkiyeyê hatin li cî û warên dîrokî û turîstîk ên Şirnexê geriyan

Mêvanên ji çar aliyê Tirkiyeyê hatin li cî û warên dîrokî û turîstîk ên Şirnexê geriyan

Li Şirnexê jinên ku di çarçoveya projeya "81 Bajar Li Bajarê Nûh Tên Cem Hev" da hatibûn bajêr li deverên dîrokî û turîstîk ên navçeya Cizîrê geriyan.

Proje bi piştevaniya Wezareta Karên Navxweyî û birêvebirina Komeleya Ciwanên Vedijîn va hat kirin û jinên li Şirnexê hatin cem hev çûn navçeya Cizîrê.

Di çarçoveya bernameya gerê da jin çûn serdana Gora Mem û Zînê, Hezretî Nûh Pêxember, Îsmaîl Ebûl-Îz El Cezerî, Kelha Navîn, Muzeya Cizîrê û sûka berê geriyan.

Piştî gerê jin çûn Mala Dengbêjan a li Taxa Daxkapiyê û li kilamên dengbêjan guhdar kirin û govend girtin.

Seroka Komeleya Ciwanên Vedijîn Hatîce Atanê daxuyanî da û diyar kir ku ew dixwazin bi projeyê va bila herêm êdî bi terorê neyê bibîranîn û bê zanîn ku li herêmê hizûr, aramî û rihetî heye û wiha domand: "Êdî dengê çekan nayê, mihrîcan tên kirin, govend tên girtin û me jî xwest ku bila herkes vê bibîne û me bangî jinên ji çar aliyê welêt kir."

Seroka Komeleya Elvînlerê Yeşîm Gursoy a ji Samsunê cara ewil e ku tê bajêr got ku ew rojên xerab ên berê yên li navçeyê nemane û êdî reng û rûçikê nû yê Cizîrê dibînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE