Nameyên mehkûman wê bibin pirtûk

Radyoyeke herêmê ji bo nameyên girtiyan bibin pirtûk dest bi xebatê kir.

Nameyên mehkûman wê bibin pirtûk

Li Vanê ev 15 sal in ku radyoyeke herêmê li ser nameyên mehkûman bi navê “Çar Dîwar” bernameyekê çêdike. Ji bo ku nameyên mehkûman wenda nebin rêvebirên radyoyê biryar dan ku wan bikin pirtûk û biweşînin. Destûr hat standin û wê pirtûk meha bê were weşandin.

Li Türkiyê li ser mehkûman bi sedan pirtûk, bi sedan fîlm û rêzefîlm hatin çêkirin.

Radyoyeke herêmî ya li Vanê jî ev 15 sal in ku li ser nameyên mehkûman bi navê “Çar Dîwar” bernameyekê çêdike.

Midûrê Radyoyê Salih Geçken got, ‘’Me di sala 2005an de dest bi bernameya xwe ya li ser mehkûman kir. Ev bû 15 sal ku bernameya me dewam dike. Her roj ji me re nêzî 100 nameyan tên.’’

Girtî nameyên xwe yên bi kul û keder, bi êş û elem, bi evîn û hesret ji radyoyê re dişînin.

Radyo jî nameyan her roj di weşana zindî de bi deng dike û diweşîne.

Rêveberên radyoyê biryar dan ku van nameyan bikin pirtûk. Ji bo vê jî ji mehkûman destûr hat standin.

Pirtûk wê pêşî were kontrolkirin û paşê jî wê di Çileyê de bi qasî hezar hebî bê weşandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE