Namjoo cara ewil li Harbiyeyê konser da

Hunermendê ku di berhemên xwe da muzîka Îranê bi şêweyên nûjen ra bi kar tîne, di çarçoveya "Konserên Servekirî yên Îstikbal Harbiyeyê" da li Stenbolê bi heyranên xwe ra hat cem hev

Namjoo cara ewil li Harbiyeyê konser da

Muzîkjen, nivîskarê stranan û zanyarê muzeîkê yê Îranî Mohsen Namjoo li Stenbolê bi heyranên xwe ra hat cem hev.

Hunermendê ku di berhemên xwe da muzîka Îranê bi şêweyên nûjen ra bi kar tîne, di çarçoveya "Konserên Servekirî yên Îstikbal Harbiyeyê" da cara ewil li Şanoya Servekirî ya Harbiye Cemil Topuzlu ya Şardariya Bajarê Mezin Stenbolê konser dan.

Namjoo diyar kir ku ew di konserên xwe da bi piranî naaxive û wiha got, "Li Îranê rewşa aboriyê çiqas xirab be jî, dostên Îranî yên ku rabûn û hatin vir, ez zehf spasiya we dikim. Herwiha ez spasiya dostên xwe yên Tirk jî dikim ku pir mêvanhez in. Ez ji we hemûyan hez dikim."

Namjoo di konserê da stranên Kurdî, Farisî û Tirkî gotin ku di nava van da stranên wekî "Xan Bajî", "Dilê Zarem", "Ey Sareban", "Zulf Ber Bad Made" û "Şirîn Şirînam" hene. Dîsa Namjoo strana bi Tirkî "Istanbul Hatirasi" jî got.

Namjooyê ku li ser dikê pir ma, ligel gîtarê li sêtar û dutar jî da. Hunermend dema strana "Îraneh Xanim" got, kela wî tijî bû.

Ji xeynî vê li ser dikê di bateriyê da Yahya Alkhansa, di elektro gîtarê da Anders Nilsson û di bas gîtarê da jî Sean Conly hevaltiya Namjoo kirin.

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE