Navçeya bêhna dîrokê jê tê: Çınar

Çınara navçeya Diyarbekirê bi dewlemendiyên xwe yên dîrokî, çandî û xwezayî va balê dikşîne

Navçeya bêhna dîrokê jê tê: Çınar

Çınara navçeya Diyarbekirê ya li herêma turîzmê ya wek "sêgoşeya zêr" a Mezopotamyayê tê binavkirin cih digire bi dewlemendiyên xwe yên dîrokî, çandî û xwezayî va balê dikşîne.

Keleha Zerzewanê ya di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire, Perestgeha Mîthrasê ya di heyama Romayê da wek cihê eskerî hatiye bikaranîn, Rêya Lavê ya ku ji perçeyên Çiyayê Qerejdaxê pekiyane çêbûye û bi sedan şikeftên volkanîk lê heye, Qesra Guzelşêxê, Çemê Reş a ku bi dehan sûlav lê hene cihên dîrokî û turîstîk ên Çınarê ne.

Qaymeqama Çınarê Guher Sînem Buyuknalçaciya hewl dide navçeyê zêdetir bide nasîn û turîzma wê pêşva here.

Buyuknalçaciyê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber Keleha Zerzewanê, Perestgeha Mîthrasê, dêr, şikeft, çem û gelek cihên xwezayî û dîrokî yên Çınarê turîst tên navçeyê û wiha axivî: "Di sala 2019an da nêzîkî 69 hezar turîstên biyanî, 350 hezar jî turîstên herêmî hatin navçeya me. Ji bo Rêya Lavê ya ku quntara Qerejdaxê ye di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cih bigire ew dixebitin."

Buyuknalçaciyê got ewê di meha adarê da di navbera Çemê Reş û Keleha Zerzewanê da rêyeke meşê ya 24 kîlomêtroyî çêkin, ji bilî vê ew xwarinên navçeyê jî didin nasîn ku yek ji wan jî şerînahiya Zerzewanê ye.

Qaymeqam Buyuknalçaci got birincê Qerejdaxê jî navdar e û ew hewl didin ew jî li dinyayê bê nasîn û xwarin.

Ji bilî vê Buyuknalçaciyê behsa darên kizwanê yên ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanê va hatine danîn jî kir û got di demeke kin da ewê jî êdî kizwanan bidin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE