Navenda çand û bawerıyê bala turîstan dikşîne

Li ser texmîna ku wê 2 milyon turîst werin bajêr, esnaf haziriyê dikin

Navenda çand û bawerıyê bala turîstan dikşîne

Pıştî 2019 wek sala xirabreşkê hat îlankirin, hejmara turîstên ku tên bajêrê Rihayê jî zêde bû. Li gorî texmînan ji biharê û pê ve wê 2 milyon turîst werin bajêr. Esnafên bajêr jî dest bi haziriyê kirin.

Xana Gumrikê, Mizgeft û gola Xelîlûl Rehmanê, Xirabreşk, xaniyên Heranê, xwarin û vexwarinên herêmî û şevên şênahiyê …

Wek navenda çand û baweriyê Riha her tim bala turîstan dikşîne.

Her wiha piştî ku 2019 wek sala Xirabreşkê hat îlankirin, hejmara turîstên ku tên bajêr jî zêde bû.

Bi vê herî zêde jî kêfa esnafên herêmê hat.

Li gorî texmînan ji biharê û pê ve wê 2 milyon turîst werin bajêr. Rayedar bang li esnafan dikin û dibêjin hazir bin.

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE