Navenda Şaredariya Qoserê ji bo 13 hezar ciwanan bû wek stargehekê. Ciwan li navendê him dikarin beşdarî kursan bibin, him jî dersên xwe bixebitin.
Xebat û xizmetên Şaredariya Qoserê dewam dikin.
Bi taybetî jî navenda ku ji bo ciwanan hat vekirin gelek balê dikişîne.
Lewra bi qasî 13 hezar ciwan, ji navneda ciwanan a Şaredariyê îstifade dikin.
Ciwanên ku tên navendê him li vir beşdarî kursan dibin, him jî dersê dişuxilin û ji bo têketina zanîngehan amadehiyê dikin.