Neqşên kevir ên perestgeha 2 hezar û 700 salî mîna pazilan tên bicihkirin

Di xebatên kolan û restorasyonê yên li Keleha Ayanîsê hatiye çêkirin da neqşên kevir ên li ser dîwarên Perestgeha Xaldî ya 2 hezar û 700 salî jinûva li ciyên wan ên berê tên bicihkirin da ku perestgeh mîna berê biheybet bixuyê.

Neqşên kevir ên perestgeha 2 hezar û 700 salî mîna pazilan tên bicihkirin

Di xebatên îsal ên kolan û restorasyonê yên li Keleha Ayanîsê ku bi destê Qralê Urartuyan Rûsayê IIyemîn li serê girekî ku Gola Wanê dibîne hatiye çêkirin da neqşên kevir ên li ser dîwarên perestgeha 2 hezar û 700 salî mîna pazilan li cihê wan ê berê tên bicihkirin.

Di keleha ku yek ji berhemên herî biheybet ên Qraltiya Urartuyan e û bi neqşên kevir, dîwarên kelpîç û xemlên mayîn va gihîştiye roja me da 31 sal e xebatên kolan û restorasyonê didomin.

Di xebatên îsal yên bi serokatiya Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Mehmet Işikli da ekîbeke pispor a 30 kesî beşdar e.

Di xebatan da li Perestgeha Xaldî ku yek ji mekanên herî pîroz êm serdema Urartuyan tê qebûlkirin û bi salane raza wê hê nehatiye tesbîtkirin, kevirên ku li ser dîwaran hatine neqişandin, tînin cem hev û li cihê xwe yê berê tên bicihkirin.

Bi van xebatên ku bi destê akademîsyenên pispor tên meşandin, armanc ew e ku perestgeh bigihîje heybeta xwe ya berê.

- "Plana me ew e ku em muzeyeke servekirî ava bikin"

Prof. Dr. Işikli ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li keleha mezin a dawîn a biheybet a Urartuyan xebatên girîng ku dê dîrokê ronî bike, tên meşandin.

Işikli da bibîrxistin ku li kelehê 31 sal e bi alîkariya Wezareta Çand û Turîzmê xebat tên meşandin û wiha dewam kir, "Em dixwazin vê kelehê û perestgeha di hundir da rakin ser piyan da ku bi kêrî turîzma welatê me were. Lewma plana me ew e ku em muzeyeke servekirî ava bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE