Li Midyadê cara ewil nexşeya turîzmê bi çar zimanan hat weşandin. Nexşeya ku navê cih û waran bi 4 zimanan tê de hatine nivîsîn, dê gund û taxan baştir bide nasîn.
Nivîskarê Midyadî Evdilwehab Îş demeke dirêj li ser projeyek xebitî.
Nivîskarê jêhatî xwest ku nexşeya bajêr bi zimanên kurdî, sûryanî, erebî û tirkî amade bike.
Piştî demeke dirêj 72 gundên turîstîk xistin nava nexşeyê.
Tevî navên bajaran hin wêne jî tê de danîn.
Navên berê û yên nû yên bajaran dê zêdetir agahîyê bide geştyaran.