Nexweşxaneya Berhemên Dîrokî

Berhemên kevnare û tarîxî yên 12 bajaran li gorî eslê wan tên temîrkirin

Nexweşxaneya Berhemên Dîrokî

Mirov dikare bêje laboratuara Diyarbekirê mîna nexweşxaneya kevirên dîrokî ye. Lewra berhemên ku ji 12 bajaran ji bin erdê û avê tên derxistin li vê navendê wekî eslê wan tên temîrkirin û mihafizekirin.

Diyarbekir bajarekî qedîm û kevnare ye. Loma ax û kevirên vî bajarî dîrok e.

Midûriya Herêma Laboratuar û Restorasyonê ev 5 sale li navçeya Sur a Diyarbekirê xizmetê dide.

Berhemên ku li 12 bajaran ji bin erdê û avê tên derxistin li vê navendê tên komkirin.

Pispor di laboratuavarê da pêşî li ser berheman lêkolînan dikin, paşê ji bo temîrkirin û paqijiya wan biryarê didin.

Heta niha bi hezaran berhem hatin temîrkirin. Piştî restorasyonê berhemên tarîhî li mûzeyan tê nîşandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE