Li Şirnexê Midûriyeta Spor û Ciwaniyê li salona sergirtî nimayîşa sirkê li dar xist. Zarokên biçûk bi xêra çalakiyê him têr kêf kirin, him jî bi hev re demeke xweş derbas kirin.
Li Şirnexê Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ji bo zarokan çalakiyên cuda li dar dixe.
Midûriyetê herî dawî nimayîşa sirkê li dar xist.
Nimayîş li salona sergirtî hat organîzekirin.
Sirkvanên ji welatên biyanî di nimayîşê de hunerên xwe nîşan dan.
Zarokên Şirnexî eleqeyeke zêde nîşanî sirkê dan.
Zarokên biçûk û mezin bi xêra sirkê demeke xweş derbas kirin.