Nivîskarê mihacir “Mele Kurd”

Berhemên Melayê Cizîrî, Cegerxwîn û Şêx Nureddin Birîfkanî berhev dike.

Nivîskarê mihacir “Mele Kurd”

Nivîskar Evdılvehap Huseyin jî yek ji wan penaberayê ku axa xwe li pey xwe hişt û xwe spart welatekî din. Nivîskar bi mahlasa “Mele Kurd” heta niha gelek pirtûk çap kirin. Niha li bendê ye ku rewş biguhere û pirtûkên xwe ye din jî çap bike.

Stenbol wek gelek mihaciran ji bo malbata wî jî bûyê stargehek.

Nivîskar û helbestvan Evdılvehap Hiseyin ku mahlasa wî “Mele Kurd” e bi malbata xwe re digel zor û zehmetiyan dijî.

Dema li Kobanê bû dersên zimanê Erebî dida. Piştî şer jiyana wî jî weke gelek kesan serobino bû.

Niha jî dersên ziman dide lê dixwaze pirtûkên wî bên çapkirin.

Heta niha helbestên Meleyê Cizîrî, Cegerxwîn û Şêx Nureddin Birîfkanî ber hev kirine.

Diwaneke wî ya bi navê “Dengê Dil” jî bi kurmancî û bi tîpên latînî hatiye çapkirin.

Texdeya li ser penaberan malbata wî jî dike metirsiye, lê ew dibêje divê mirov hay ji axaftinên xwe hebe.

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE