Notên 35 salan wê bibin pirtûk

Karmendê 83 salî di 35 salan de bi nêzî 10 hezar kesî re axivî û nîşe girtin.

Notên 35 salan wê bibin pirtûk

Li îpekyoluya Wanê Yusuf Acar 35 salan wek karmendê tenduristiyê xebitî û di 1994an de teqawid bû. Yusufê 83 salî di karmendiya xwe de bi nêzî 10 hezar kesî re axivî û notên taybet girtin. Bi teşwîqa zarokên xwe hemû notên xwe kontrol kirin û mehek şûnde wê bike pirtûk û biweşîne.

Yusuf Acar Li Îpekyoluya Wanê dijî. Piştî xebata 35 salan di 1994an de teqawid bû.

Yusufê 83 salî di dema karmendiyê de çû gelek tax û gundan û bi gelek kesî re xeber da.

Di serdanên xwe de jî gelek not girtin.

Bi wan notên 35 salan ji çîrokan heya agahiyên li ser malbat û eşîran gelek nivîsên taybet derketin meydanê.

Bi teşwîqa zarokên xwe notên xwe ji serî heta binî kontrol kirin.

Di demeke kurt de jî wê wan notan bike birtûk û biweşîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE