Nêzîkî Gobeklitepeyê 11 girên din jî hatin keşifkirin

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy ragihand, nêzîkî Gobeklitepeyê 11 girên din jî hatin keşifkirin.

Nêzîkî Gobeklitepeyê 11 girên din jî hatin keşifkirin

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy got, "Li dewrûbera Gobeklitepeyê li ser xeteke 100 kîlometreyî 11 girên me yên din jî hene. Em ê ji vir cara ewil hûrgiliyên wê parve bikin û em ê bêjin 12 gir. Li ser 12 giran xebateke mezin tê meşandin, hindik ma biqede, em ê meha îlonê danasîna wê bikin."

Wezîr Ersoy digel Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank li Şanliufayê daxuyanî da rojnamegeran ku ji bo danasîna marqeya "Mezopotamyayê" ya di çarçoveya Projeya Danasîn û Marqebûn ya Turîzma Herêma GAPê hatin bajêr.

Ersoy diyar kir, ew kêfxweş e ku hat Şanliurfayê û ew hewl didin da ku nirx û potansiyela turîzma Tirkiyeyê baştir were fêmkirin.

Ersoy da bibîrxistin ku wan sala 2019an Ajansa Danasîn û Pêşxistina Turîzma Tirkiyeyê damezirand û wiha dewam kir, "Karê sereke yê ajansê ew e ku hemû nirxên turîzma Tirkiyeyê bi dinyayê bide naskirin. Em dixwazin bi ajansê va heya 2023yan turîzmê belayî 81 parêzgehên me hemûyan bikin. Li her derê Tirkiyeyê potansiyela turîzmê heye. Lewma jî divê em bi danasîneke rast û durist vê potansiyelê derxin holê û belav bikin."

Wezîr Ersoy her wisa bal kişand ku wan li dewrûbera Gobeklitepeyê ku di Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye hin navendên girîng keşf kirin û wiha dewam kir:

"Bi rastî Gobeklitepe êdî bi tenê bi Gobeklitepeyê va sînordarkirî nîne. Li dewrûbera Gobeklitepeyê li ser xeteke 100 kîlometreyî 11 girên me yên din jî hene. Em ê ji vir cara ewil hûrgiliyên wê parve bikin û em ê bêjin 12 gir. Li ser 12 giran xebateke mezin tê meşandin, hindik ma biqede, em ê meha îlonê danasîna wê bikin. Em ê bi gelek zanîngeh û serokên kolanên arkeolojîk ên pispor ên ji dinyayê va hevkariyê bikin û em ê van 12 giran wekî lansmana dinyayê bidin nasandin. Li dinyayê dê bibe ciyekî pir populer, heta em jê ra dikarin bêjin Pîramîdên Başûrê Rojhilat."

Wezîr Ersoy diyar kir, Ajansa Danasîn û Pêşxistina Turîzma Tirkiyeyê bi ajansên pêşketinê yên li herêman ra jî bi kordîne dixebite û di warê danasînê da ew digel şaredariyên seranserî welêt jî hevkariyê dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE