Odeya xwe kiriye muze

Tiştên kevn ên ku ji gundiyan berhev kirine li mala xwe pêşkeş dike...

Odeya xwe kiriye muze

Egîd Nuyan ji Gevaşa Vanê ye. Wî odeyeke mala xwe kiriye mûze. Li vir him tiştên kevn pêşkêş dike him jî dersa resm-çêkirinê dide zarokan.

Resmên berê, qalikên kusiyan, ben, şitlên kevn, teybên berê û tiştên din…

Ev der li gundê Mirxapitê yê bi ser Gevaşa Vanê, odeya malekê ye.

Ciwanê ji vî gundî Egîd Nuyan, bi tiştên ku ji gundiyan berhev kirine, odeyekê mala xwe, kiriye muze.

Ew ligel meraqa xwe ya li ser dîrokê, li Zanîngeha Vanê, beşa Hunerê dixwîne.

Egîd gava karên di destê xwe de diqedîne, bi zarokên gund re wext derbas dike.

Bi wan re sohbet dike û wan hînî resm-çêkirinê dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE