Paqikirina Kelha UNESCOyê

Nivîsên li ser sûrên dîrokî tên paqijkirin

Paqikirina Kelha UNESCOyê

Bedena Diyarbekirê bi mezinbûna xwe li dinyayê kelha duyem e. UNESCO’yê 4 sal berê sûrên dîrokî wek mîrasê cihanê qebûl kir. Lê mixabin li ser dîwarên kelha biheşmet gelek nivîs hene. Nivîs û boyaxên li ser sûran bi xebatekr taybet tên paqijkirin.

Dirêjahî 5 hezar û 800 mêtre, bilind bûn 12 metre ye. Sûrên Amedê ji fezayê jî xuya dikin.

Kelha Diyarbekirê ji sala 2015an û vir ve di Lîsteya Mîratên Çandê yên Dinyayê UNESCOyê de ye.

Nivîsên ku li ser dîwarên bedana biheşmet hatine nivîsandin zirarê didin avahiya dîrokî.

Midûriyeta Rolove û Abîdeyan a Diyarbekirê ji bo paqijkirina sûrên dîrokî xebat da destpêkirin.

Restorevan Cavit Cesur got, “Nivîsên ku li ser dîwêr hatine nivîsandin zirarê didin avahiya dîrokî. Em bi qumê dîwarê sûran paqij dikin û nivîsan jê dibin. Xebata me e ê kêm û zêde 2 mehan dewam bike û em ê hemû dîwaran paqij bikin. Em dixwazin êdî ciwan li ser sûrên dîrokî tiştekî nenivîsin.”

Di çarçoveya serestkirina dorberê sûran de boyax û nivîsên li ser dîwaran hemû tên paqijkirin. Heta niha paqijkirina 3 hezar metre dîwarî qediyaye.

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE