Parastina zineatên kevnare

Ji bo zineata sifirkariyê dewam bike bav û kur bi hev re dixebitin

Parastina zineatên kevnare

Êdî zêde kes bi karê sifirkariyê re mijul nabe, loma hêdî hêdî ji holê radibe. Lê li Mêrdînê bi hewl û xîreta malbata Özcan hêj ev kar didome. Sifirkar Mahmut Özcanê ku ji bav û kalan hînî vî karî bûye, niha bi kurê xwe re vî karî dike. Turîst eleqeyeke zêde nîşanî dikana wî didin.

Sînî, satil, gumgum, çaydank û gelek amûrên xemilandinê…

Dîroka sifirkariyê heta beriya mîladê jî dirêj dibe.

Lê ev zineata kevnare her ku diçe ji holê radibe.

Ji bo ev zineat neyê jibîrkirin sifarker Mahmut Özcan, ev kar hînî kurê xwe kiriye û bi hev re dixebitin. Her wiha li ber destê wî şagirt jî perwerde dibin.

Ev zineat ji bav û kalên wan hatiye, ji bo vê yekê jî dixwaze vê kevneşopiyê bidomîne.

Li Mêrdînê yekane malbat e ku bênavber nifşên wan vî karî dikin.

Dikana wan her tim bi welatî û turîstan tijî ye.

Hoste Mahmut Özcan xwediyê qerta danasînê ya Wezareta Çandê ye jî.

Dîroka nûkirinê: 04 Tîrmeh 2019, 11:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE