Perestgeha herî kevn a dinyayê

Li Tirkiyeyê sala 2019an wek Sala Xirabreşkê hat îlankirin

Perestgeha herî kevn a dinyayê

Li Tirkiyesala 2019an wek sala xirabreşkê hat îlankirin. Mizginiya ku Serok Recep Tayyîp Erdoğan da, Rihayî kêfxweş kirin. Di sala pêş me de wê ji bo perestgeha herî kevn a dinyayê li tevahiya cîhanê danasîn bê kirin.

Serok Cumhurbaşkanı Tayyip Erdoğan di komcivîna partiya xwe de mizginiya vê da.

Di warê turîzmê de sala 2019an wek “Sala Xirabreşkê” hat îlankirin

Xirabreşk wek perestgeha herî kevn a dîrokê tê zanîn.

Ji bo danasîna vê mîrateya dîrokî, niha wezareta çand û turîzmê jî xebatekê dide destpêkirin.

Xirabreşk di tîrmeha borî de ketibû lîsteya mîrateyên mayînde ya dinyayê ya UNESCO’yê.

Di nav 5 mehan de gelek turîst hatin perestgehê.

Li Xirabreşk heya niha 6 mabed derketîn ser rûyê erde. Ji bo 14 perestgehên din jî xebat devam dikin.

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2018, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE