Li Mûşê Navenda Perwerdeyê ya ku ji aliyê Şaredariyê hatiye vekirin eleqeyeke mezin ji jinan dibîne. Jinên ku hefteyê 5 rojan tên kursê him meslekekî hîn dibin him jî pere distînin.
Bi hevkariya Işkur, Sodes û şaredariya Mûşê perwerdeya meslekî tê dayîn.
Kursiyer bi temamî jinên xwedî kulfet in. Hefteyê 5 rojan ji bo 5 saetan tên kursê.
Kar hîn dibin, neqş û dûritinê dikin. Ligel vê yekê ji ÎŞKURê mehaniyê distînin.
Her wiha di dawiya kursê de jî ew ê sertifîkayan bigirin.