Li Midyata Mêrdînê xwendekarên Dibistana Lîseya Anadolê ji bo balê bikişînin ser polîstokên xwezayî çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de ji heriyê gelek pêlîstokên xweşik û delal hatin çêkirin.
Ji ber madeyên ku dibin sedema pençeşêrê pispor her tim derbarê pêlîstokên plastîk de hişyariyan didin.
Li ser mijarê gelek xebat tên kirin û çalakî jî tên lidarxistin.
Li Midyata Mêrdînê jî xwendekarên Lîseya Anadolê ya Nene Xatûnê çalakiyek li dar xistin.
Gelek xwendekar û mamoste beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de xwendekaran bi herî û berhemên xwezayî gelek cure pêlîstok çêkirin.
Bi vê çalakiyê tê xwestin zarok hînî pêlîstokên xwezayî bibin û ji pêlîstokên plastîk xelas bibin.