Peykerê 2 hezar û 60 salî yê li Çiyayê Nemrûdê ji welgerandinê hat xilaskirin

Peykerê 2 hezar û 60 salî yê li Çiyayê Nemrûdê ji welgerandinê hat xilaskirin

Li Çiyayê Nemrûdê ku li Kahtaya navçeya Adiyemanê ye û di lîsteya UNESCOyê da ye, peykerê Herakles ê 2 hezar û 60 salî ku ji ber berfa ku giranî lê kir, hindik ma welgere, bi xebata 2 rojan hat xilaskirin. 

Peykerê Herakles ku li terasa rojava ya Çiyayê Nemrûdê yê 2 hezar û 206 metre bilind e, ji ber erdhej û giraniya ku berfê lê kir, berepêş xwar bû. Karbidestên Midûriyeta Muzeya Adiyemanê ji bo rastkirina peykerê ku di bin xetereya welgerînê da ye, ji Lijneya Parastina Heyînên Çandî ya Rihayê destûr sitand.

Li ser vê ekîbên Midûriyeta Muzeya Adiyemanê û yên Midûriyeta Laboratuvara Restorasyon û Konservasyonê ya Herêma Entabê ji bo edilandina peyker, xebata hevbeş dan destpêkirin.

Peykerê hinekî berepêş welgeriyayî, bi cobana ji hevrişmê hat girêdan, bi pergala calaskayê bi qasî 30 santîmî hat rastkirin û binê wî hat tijîkirin û bi vî awayî hat edilandin. Bi xebata ku 2 rojan va peyker ji welgerandinê hat xilaskirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE