Peykera Kybeleyê ya 1700 salî mazuvaniya ziyaretvanên xwe dike

Peykera Kybeleyê ya wekî "îlaheya dayik" tê binavkirin û di dîrokê da wekî sembola bereketê dihat qebûlkirin piştî salan vegeriya axa xwe û ziyaretvan diçin dîtina wê.

Peykera Kybeleyê ya 1700 salî mazuvaniya ziyaretvanên xwe dike

Peykera Kybeleyê ya wekî "îlaheya dayik" tê binavkirin û di dîrokê da wekî sembola bereketê dihat qebûlkirin piştî salan vegeriya axa xwe û ziyaretvan diçin dîtina wê.

Bi saya xebatên Wezareta Çand û Turîzmê peykerê Kybeleyê piştî 60 salan anîn Türkiyeyê.

Peyker niha li Muzeya Arkeolojiyê ya İstanbulê tê nîşandan û gel diçe dîtina peykerê.

Peykera Kybeleyê ya 1700 salî û pispor dibêjin dîroka wê digihêje beriya zayînê sedsala 3yemîn di salên 1960î da bi qaçaxî birin Îsraîlê û firotin Amerîkayê.

Kybele piştî rêwîtiya bi 10 hezaran kîlomêtroyan ji Amerîkayê gihîşt Türkiyeyê.

Ji heyamên Prehîstorîk pê va Kybele li hewzaya Behra Spî û bi taybetî li Anatolyayê sembola bereketê ye û wekî "îlaheya dayik" tê binavkirin. Şêrên li herdu aliyên Kybeleyê jî hêza wê ya li ser xweza û heywanan sembolîze dikin.

Di heyama Antîk da dema merivên pûtperest boraq pêşkêşî îlahên xwe dikirin li gor rewşa xwe ya civakî û aborî hin peyker û tiştên jê ra dibêjin "objeya boraqê" jî dibirin perestgehên xwe û li cem wê boraqê dihîştin.

Asklepiadesê kurê Hermeîos yê ji bajarê Sîderpolîsê Kybele pêşkêşî Îlaheya Dayik ya Donzdehan kiribû.

Rayedar paşê wê peykerê bibin muzeya Afyonkarahîsarê ya ku wê nû bê çêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE