Peykera Kybeleyê ya wek "îlaheya dayik" tê binavkirin û di dîrokê da sembola bereketê ye piştî 50 salan wê di 12ê çileya pêşîn de vegere axa xwe.
Li gor daxuyaniya Wezareta Çand û Turîzmê Kybele bi qaçaxî ji Tirkiyeyê biribûn û li Îsraîlê firotibûn.
Hat gotin bi saya xebatên Wezareta Çand û Turîzmê Kybele wê piştî rêwîtiya bi 10 hezaran kîlomêtroyan ji Amerîkayê vegere Tirkiyeyê.
Peykera Kybeleyê ya 1700 salî û pispor dibêjin dîroka wê dîgîhîje beriya zayînê sedsala 3yemîn wê bi destê Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) di 12ê çileya pêşîn da bigîhîje Tirkiyeyê.
Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy wê danasîna wê di 13ê çileya pêşîn da bike û ewê li Muzeya Arkeolojiyê ya Stenbolê da bê pêşandan. Paşê weê peykerê bibin muzeya Afyonkarahîsarê ya ku wê nû bê çêkirin.
AA