Peykera Kybeleyê ya 1700 salî vegariya welêt

Peykera Kybeleyê ya 1700 salî vegariya welêt

Peykera Kybeleyê ya wek "îlaheya dayik" tê binavkirin û di dîrokê da sembola bereketê ye piştî 60 salan vegeriya axa xwe.

Wezareta Çand û Turîzmê ya li ser Twîtterê wiha daxuyand: "Kybeleya ku hesreta axa lê hatiye dinyayê dikişand piştî 60 salan di dawiyê da bi balafira Rêhewaya Türkiyeyê (THY) va gihîşt Türkiyeyê. Emê xwedî li mîratên vê axê derkevin."

Kybele bi qaçaxî ji Türkiyeyê biribûn li Îsraîlê hatibû firotin.

Pispor dibêjin dîroka Kybeleyê dîgîhîje beriya zayînê sedsala 3yemîn ku ew piştî rêwîtiya bi 10 hezaran kîlomêtroyan ji Amerîkayê gihîşt Türkiyeyê.

Peykera Kybeleyê ya 1700 salî bi saya xebatên Wezareta Çand û Turîzmê bi destê Rêhewaya Türkiyeyê (THY) hat Türkiyeyê.

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy îro wê danasîna peykerê bike û ewê li Muzeya Arkeolojiyê ya İstanbulê da bê pêşandan. Paşê ewê peykerê bibin muzeya Afyonkarahîsarê ya ku wê nû bê çêkirin.

- Sembola bereketê ye

Ji heyamên Prehîstorîk pê va Kybele li hewzaya Behra Spî û bi taybetî li Anatolyayê sembola bereketê ye û wek "îlaheya dayik" tê binavkirin. Şêrên li herdu aliyên Kybeleyê jî hêza wê ya li ser xweza û heywanan sembolîze dikin.

Di heyama Antîk da dema merivan boraq pêşkeşî îlahên xwe dikirin li gor rewşa xwe ya civakî û aborî hin peyker û tiştên jê ra dibêjin "objeya borakê" jî dibirin perestgehên xwe û li cem wê boraqê dihîştin.

Asklepiadesê kurê Hermeîos yê ji bajarê Sîderpolîsê Kybele pêşkeşî Îlaheya Dayik ya Donzdehan kiribû.

- Kybele birin Îsraîlê û ji wir jî gihandin Amerîkayê

Kybele di salên 1970î da biqaçaxî revandibûn Îsraîlê û li wir hatibû firotin.

Welatiyekî Îsraîlê yê ku Kybele kiriye û dixwest bibe dervayî welêt di 2016an da serî li meqamên Îsraîlê da û beyan kir ku peyker ya Anatolyayê ye.

Meqamên Îsraîlê wêneyên wê şandin Türkiyeyê ku li ser vê Wezareta Çand û Turîzmê beriya ku ew bigîhîje Amerîkayê da zanîn ku ew peyker divê neyê firotin. Lê welatiyekî got ew xwediyê peykerê ye û dixwest wê bifroşe li Amerîkayê doz vekir.

Piştî pêvajoya dozê Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Karên Derva bi Konsolxaneya New Yorkê ra ketin têkiliyê û hat îspatkirin ku ew malê Türkiyeyê ye û bi qaçaxî hatiye firotin.

Li ser vê xwediyê peykerê bi tevgereke baş qebûl kir ku wê bide Türkiyeyê û Kybele bi vî awayî anîn Türkiyeyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE