Pirtûkê bixwîne, çay belaş e

Ev kafe tenê ji bona xwendina pirtûkan heye

Pirtûkê bixwîne, çay belaş e

Li Türkiyeyê bi taybetî jî li heremên gundewar, xwendina pirtûkan kêm e. Li bajarê Siirtê jî ji bo ciwan hînî xwendina pirtûkan bibin kafeyek hat vekirin.

Di vê kafeyê de tenê pirtûk tên xwendin û xwendekar li dersên xwe dişixulin. Ger bixwînin ji wan re çay jî belaş e.

Li Siirtê ji bo xwendekaran kafeyek hat vekirin.

Lê ev kafe ne wekî yên din e, li vir tenê pirtûk tên xwendin û xwendekar li dersên xwe dişixulin.

Gelek ciwan tên kafeyê û ji xwe re pirtûkan dixwînin. Ji bo xwendevanan li kafeyê çay jî bêpere ye yanî belaş e.

Bi projeyê tê xwestin balê bikişînin ser xwendina pirtûkan.

Dîroka nûkirinê: 09 Çile 2020, 11:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE