Pirtûkxaneya bi navê Şehîd Salih Albayrak

Di pirtûkxaneyê de 4 hezar pirtûk û salonên şixulê hene

Pirtûkxaneya bi navê Şehîd Salih Albayrak

Salih Albayrakê Midyadî ku serdeste bû, beriya 10 salan li Diyarbekirê di êrîşeke terorî de şehîd ketibû. Malbata wî jî ji bo bibîranîna kurê xwe yê şehîd li dibistana navîn a gundê Epşeyê pirtûkxaneyeke nû da avakirin. Pirtûkxaneya ku tê de 4 hezar pirtûk hene bi beşdariya malbat û gelek rayedarên bajêr bi merasîmekê hat vekirin.

Li ser navê kurê xwe yê şehîd pirtûkxaneyek dan çêkirin.

Malbata Serdesteyê şehîd Salih Albayarakê Midyadî ku li Ditarbekirê di êrîşeke terorî de şehîd ketibû li ser navê kurê xwe li Dibistana Navîn a gundê Epşeyê pirtûkxaneyeke nû da çêkirin.

Bavê şehîd got: ‘’Me ev pirtûkxane li ser navê kurê xwe yê şehîd Salih Albayrak ava kir. Zarokên me, zarokên derdorê wê ji vê pirtûkxaneyê îstifade bikin. Di çêkirina vê pirtûkxaneyê de keda gelek kesî heye. Di serî de qeymeqamê me ez spasî herkesî dikim. Xedê ji wan razî be”

Pirtûkxaneya ku ji 4 hezar pirtûk û salonên şixulê pêk tê ji aliyê malbat û rêvebirên bajêr bi merasîmeke taybet hat vekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE