Pirtûkxaneya Gel a Serokkomariyê sibê wê bê vekirin

Pirtûkxaneya Gel ew ê bi beşdariya Serok Erdogan û Serokkomarê Özbekistanê Mîrziyoyev were vekirin

Pirtûkxaneya Gel a Serokkomariyê sibê wê bê vekirin

Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê ew ê di malxwedîtiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan da bi beşdariya Şewket Mîrziyoyevê Serokomarê Özbekistanê û gelek mêvanan were vekirin.

Midûrê Salona Pêşengehê û Navenda Çand û Kongreyê û Mişawirê Serokomariyê Orhan Karakurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê ew ê di 20 sibatê da bi merasimê were vekirin.

Karakurt destnîşan kir ku ji bo merasima vekirinê ya ew ê li navenda Çand û Kongreyê ya Gel a Beştepeyê were lidarxisitin ekîba ji 40 kesî pêk tê dixebite, Orkestraya Senfoniyê ya Serokkomariyê, Koma Dinyaya Tirkan, Koroya Muzîka Klasîk a Tirkan ya Wezareta Çand û Tûrîzmê ew ê di merasimê da derkevin dikê.

Orhan Karakurt diyar kir ku kêmzêde 2 hezar kesên di nav wan da hunermendên tevkarî dane çanda Tirkiyeyê jî dawetî merasima vekirinê kirin, Pirtûkxaneya Gel a Serokkomariyê ew ê bi beşdariya şefên misyona biyanî û welatiyan têkeve xizmetê.

Karakurt bal kişand ku hemû binesaziya teknîkî bi îmkanên Navenda Çand û Kongreyê ya Gel hatin amadekirin, dikeke 150 qeremêtroyî û podyumeke 400 qeremêtroyî ava kirin, ji bo nîşandana axaftin û dîmenan ekrana led a 150 mêtreyî ew ê bi akr bînin. Orhan Karakurt got ji bo danasîna pirtûkxaneyê vîdeoyeke 7 deqîqeyê amade kirin, wekî mayîn ji bo piştî mersimê li ser hesabên medyaya civakî yên Serokkomar were parvekirin jî vîdeoyeke kin hazir kirin.

Karakurt destnîşan kir ku piştî merasima vekirinê mêvanê derbasî Pirtûkxaneya Gel bibin, heke hewa baş be ew ê li pêşiya avahiyê kurdeleyê bibirin.

Midûr Karakurt got ku Serokkomar Erdogan û Serokkomarê Özbekistanê Mîrziyoyev ew ê li pêşengehên "Rêça Murekebê, Berhemên Destxetê" û "Xeta Hûmayunê, Li Gor Îcabê Emel Werin Kirin"ê bigerin û Salona Cîhannûmayê ya wekî "Dilê Pirtûkxaneyê" tê binavkirin ziyaret bikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2020, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE