Wezareta Çand û Turîzmê, ji bo Midûrıya Weşanên Giştî ya Şirnexê pirtûkxaneke gerok tehsîs kir. Pirtûkxane gund bi gund digere û kitêban digîhîne zarokan. Her wiha di pirtûkxaneya gerok de xizmeta înternetê jî tê dayîn.
Ji bo ku zarokên gundan jî bikaribin kitêban bixwînin Wezareta Çand û Turîzmê pirtûkxaneya gerok tehsîsê Midûriya Weşanên Giştî kir.
Di pirtûkxaneyê de kitêbên ji hev cudatir û 3 heb qompîtir hene. Her wiha ji bo zarokan xizmeta înternetê jî tê dayîn.
Pirtûkxaneya gerok gund bi gund digere û vê xizmetê digîhîne zarokên gundan.
Malbatên zarokan dibêjin pirtûkxane ji 2 hefte carekê tê gundê me. Em ji vê xizmetê pirr memnûn in.
Zarok ji pirtûkxaneyê kitêban digrin, piştî 2 hefteyê van îade dikin û pirtûkên din distînin.