Pirtûkxaneya herî mezin a herêmê

Li Batmanê Pirtûkxaneya Şenay Aybüke Yalçın hat vekirin.

Pirtûkxaneya herî mezin a herêmê

Wezareta Çand û Tûrîzmê li Batmanê pirtûkxaneya herî mezin a herêmê vekir. Pirtûkxane li ser eraziyê 8 hezar û 500 metreqare hat vekirin, 4 qat e û 150 hezar pirtûk tê de ne.

Li Batmanê bi 22 milyon lîreyî pirtûkxaneya herî mezin a herêmê hat avakirin.

Navê mamoste Şenay Aybüke Yalçınê ku di 2017an de di êrîşa rêxistina terorî de şehîd bûbû dan pirtûkxaneyê.

Pirtûkxane li ser eraziyê 8 donim û nîv hat avakirin. 4 qat e û kapasîteya wê 150 hezar pirtûk e. Di heman demê de hezar û 200 kes dikarin jê sûd bigrin.

Di qata yekemîn de ji bo zarokan ciyên xwendinê, lîstikan hene.Piştî şewbê pirtûkxane wê bi şev û roj vekirî be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE