Li Batmanê ji melzemeyên kêrnehatî, alav û amûrên pirtûkxaneyê çêkirin. Lastîkên wesaîdan, maqaraya têlan, kaseyên fêkiyan, texteyên kêrnehatî boyax kirin, xemilandın û melzemeyên ji bo pirtûkxaneyekê amade kirin. Hîndekarên hoste yên navenda perwerdeya gel ev yek kirin.
Cur bi cur kel û pelên kêrnehatî berhev kirin.
Ew boyax kirin, xemilandin û li pirtûkxaneyê bi cih kirin.
Li Batmanê hîndekarên hoste yên Navenda Perwerdeya Gel pirtûkxaneyeke rengîn çêkirin.
Ji lastîkên wesaîdan heta kaseyên fêkiyan gelek melzemeyên kevn hatin bikaranîn.
Di çarçoveya projeya çêkirina pirtûkxaneyan a ji bo her bajarî de li Batmanê jî bi vî awayî pirtûkxaneyeke rengîn hat vekirin.
Rayedarên bajêr tev li merasîma vekirina pirtûkxaneyê bûn.
Ji bo teşwîqa xwendinê li hemû bajaran projeyên bi vî awayî tên lidarxistin.