Pirtûkxaneyên di nav konan de

Tê de ji 20 hezarî zêdetir kîtab hene

Pirtûkxaneyên di nav konan de

Li Midyada Mêrdînê ji bo xwendekaran di nav kon de pirtûkxane hatin vekirin. Em ê berê xwe bidin Midyadê, herin diyarê kîtaban…

Li navenda Midyada Mêrdînê, qeymeqamiyê çend kon danîn lê konên wan zahf cuda ne…

Hundirê konan wek pirtûkxane hatiye çêkirin.

Tê de zêdetirî 20 hezarî pirtûk hene.

Him welatî him jî xwendekar ji bo xwendina pirtûkan tên bin konan.

Bi taybetî di dema azmûnan de xwendekar terka konên reş nadin.

Li aliyê din li konan çay û îkramên din jî ne kêm in...

Dîroka nûkirinê: 19 Tebax 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE