Wezareta Çand û Turîzmê daxuyand hemû pirtûkxaneyên girêdayî wezaretê wê di navbera 16-30ê Adarê da girtî bin û hemû çalakî jî wê bên betalkirin.
Wezaretê der barê tevdîrên ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tên hildan da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Biryar hat dayîn ku hemû pirtûkxaneyên girêdayî Wezareta me ji 16ê Adarê roja duşemê pê va heta 30ê Adarê roja duşemê girtî bin û hemû çalakî jî bên betalkirin."
AA