Piştî Gobeklîtepeyê niha jî Karahantepe wê turîzma Şanlıurfayê geş bike

Şanlıurfaya ji hêla dîrok û turîzmê va navdar e her sal mazuwaniya gelek turîstên herêmî û biyanî dike, piştî Gobeklîtepeyê niha hewl dide bi Karahantepeyê va turîzma bajêr pêşva bibe

Piştî Gobeklîtepeyê niha jî Karahantepe wê turîzma Şanlıurfayê geş bike

Şanliurfaya di turîzma çand û baweriyê da xwedî cihekî girîng e piştî Gobeklîtepeyê (Girê Mirazan) niha hewl dide Karahantepeyê bide nasîn û balê bikşîne turîzma bajêr.

Şanliurfaya ji hêla dîrok û turîzmê va navdar e her sal mazuwaniya gelek turîstên herêmî û biyanî dike, ew heyranî xweza û çanda bajêr dibin.

Kesên tên Şanliurfayê herî zêde Gola Masiyan (Balikligol) ziyaret dikin ku li gor rîwayetê Hezretî Îbrahîmê ku wek cedê hersê dînên îlahî tê qebûlkirin, li vê derê hatiye dinyayê û li vir avêtine nav agir. Ji bilî vê turîst Girê Mirazan ya di nav Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cih digre û weke "destpêka dîrokê" tê pênasekirin, navçeya Heranê û Xelfetiyê jî ziyaret dikin.

Li esmanê Girê Mirazan îsal bi balonên hilmegura germ va turên firînê dest pê kir.

Piştî dîtina bermayiyên li Karahantepeyê turîzma bajêr pêşva diçe.

Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nurî Ersoyder barê Karahantepeyê da gotibû "Îxtimal e ku kifşeke me ya nû ya wê li dinyayê deng bide wê çêbibe." û piştî van gotinan li Şanliurfayê kelecanek çêbûbû.

- "Zarok jî kelecan in"

Şaredarê Şaredariya Mezin a Şanliurfayê Zeynel Abîdîn Beyazgul ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî ku sala 2019 wek "Sala Gobeklitepeyê" hat îlankirin turîzma bajêr pêşva çû, gelek turîst hatin, lê di sala 2020î da ji be rpandemiyê têra xwe ziyaretvan nehatin.

Beyazgul got şewba vîrusa koronayê hebe jî dîsa hin turîst hatin û seferên balonan jî li bajêr dest pê kir.

Beyazgul wiha axivî: "Dema bi balonê sefer tê kirin li aliyekî Deşta Heranê, li aliyekî Qerejdax dîmeneke xweş derdikeve pêşiya merivan. Şirketên balonan xwestin li vir kar bikin, înşallah emê balonên rengbireng li esmanê xwe bibînin. Heke sala 2021î rewş baş bibe ez wisa bawer dikim merivên bên Şanliurfayê, ew bendê ne. Ez carna ji malbatan dipirsim 'hûn çima tên vir' dibêjin 'me jî dixwest lê zarokên me dixwazin Gobeklîtepeyê bibînin'. Di zarokan da jî kelecanek çêbûye. Înşallah di sala 2021î da pandemî xelas bibe û li Şanliurfayê di turîzmê da geşedanek çêbibe."

- "Girê Karahanê dê li dinyayê jî navê xwe bide behskirin"

Beyazgul da zanîn ku li her derê Rihayê dîrok heye û yek ji mînakên herî xweş ê vê yekê Girê Karahanê ye ku di demek nêz da derxistin holê û bala hemû dinyayê kişand û got wisa bawer dike ku bajêr xwedê gelek berheman e ku dê navê xwe bide bihîstîn.

Beyazgul destnîşan kir wisa bawer dikin ku turîstên tên bajêr piştî Girê Mirazan ji bo ku Girê Karahanê jî bibin dê gelekî kelecanî bibin û wiha axivî:

"Li Girê Karahanê rastî kevirên ku wekî 'T'yê hatine birîn hatin, em dikarin bibêjin ku heke kevirên wekî 'T'yê hatine birîn hebin li mekana ku ew li wê derê ne mirov jiyane dîrok jiyaye. Baweriya min ew e ku dê Girê Karahanê jî di salên pêş me da li hemû dinyayê bibe navendeke ku dê gelekî jê bê behskirin. Em ê tiştên ji wir derkevi bibînin bişopînin. Ez wisa bawer dikim ku em ê li Karahantepeyê berhemên ku dê tiştên mirov difikirin ji nû va ber çavan ra derbas bike bibînin. Wezîrê me yê Çand û Turîzmê jî behsa Girê Karahanê kir. Em hemû bi hev ra niha dişopînin."

- Girê Karahanê

Di çarçoveya xebatên ku ji bo tesbîtkirina envantera çandê ya li Rihayê da di nav Parka Neteweyî ya Çiyayên Tek Tekê ku 46 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e nêzî Taxa Kargaliyê di lêkolîna rûxarê ya ku lêkolîneran di sala 1997an da kir da avahiyên li Girê Karahanê hatin tesbîtkirin.

Li vê qada ku ji hêla gelê herêmê va wekî "Keçîlîtepe" jî tê zanîn bins serokatiya Prof. Dr. Necmî Karulê Serokê Kolanê yê Girê Karahanê da 3 sal berê di çarçoveya "Çanda Girê Mirazan û Projeya Kolanên Girê Karahanê" xebata lêkolîna rûxarê dan destpêkirin.

Di van lêkolînan da ji 250yî zêdetir kevirên çikilî yên wekî 'T'yê ku dişibin avahiyên li Girê Mirazan a ku di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire û li gor tesbîtên ewil ji heyama neolotîk mane hatin tesbîtkirin.

Piştî xebatên tesbîtkirina envanterê li herêmê par dest bi xebatên kolanê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE