Wezareta Perwerdeya Neteweyî piştgiriya xwe ya ji bo pirtûkxaneyan didomîne. Wezaretê vê carê jî ji bona projeyekê pirtûk şandin Şemzînana Colemêrgê. Pirtûk li pirtûkxaneyên dibistanên nevçeyê hatin belavkirin û li benda xwînerên xwe ne.
Li seranserê welêt Wezareta Perwerdeya Neteweyi piştgiriyê dide pirtûkxaneyan.
Wezaretê herî dawî jî ji pirtûkxaneyên Şemzinana Colemêrgê re pirtûk şandin.
Midûriyeta Pirtûkxaneya Gel a Şemzînana Colemêrgê pirtûkên ku wezaretê şandin teslîmî dibistanan kirin.
Ligel piştgiriya ji bo dibistanan, ev pirtûkxaneya seyyar jî li seranserê bajêr; gund bi gund, tax bi tax digere.
Bi saya van projeyan xwendekar him ji bo haziriya ezmûnan him jî ji bo bixwînin dikarin bi hêsanî ji xwe re pirtûkan peyda bikin.