Piyanista jêhatî vê carê ji bo hemşeriyên xwe lê da

Defne Ekmekçiya yekemîna cihanê ji bo hemwelatiyên xwe li piyanoyê da

Piyanista jêhatî vê carê ji bo hemşeriyên xwe lê da

Defne Ekmekçiya Rihayî, di nav 256 xwendekarên biyanî de bûbû piyanîsta yekemîn a cihanê. Defneyê vê carê jî ji bo hemwelatiyên xwe li piyanoyê da. Şaraderê rihayê zeynel abidin beyazgül jî li bal piyanîsta jêhatî bû û xelat dayê.

Defne Ekmekçî 10 saliye û hûnereke wê ya bêhampa heye…

Wekî profesyonelan li piyanoyê dide.

Ekmekçî herî dawî ‘Di Pêşbaziya Mûzîka Afirîner a Ciwan û Zarokan de’ bi serket û bû piyanîsta yekemîn a cihanê…

Defneya jêhatî vê carê jî ji bo hemşeriyên xwe Rihayiyan li piyanoyê da.

Şaredarê bajarê mezin ê Rihayê Zeynel Abidin Beyazgül jî li bal defneyê bû.

“ Zarokeke me di pêşbaziyê de bû yekemîna cihanê. Me gava din ew pîroz kir û diyarî dayê. Dê ji Rihayê gelek hûnermend derkevin. Riha bajarekî muzîkê ye. Me ji bo vê jî serî lê da. Bajarekî ku heq dike bibe bajarê muzîkê Riha ye. Deng û awaz heye û hûnermend û hemû cûreyên mûzîkê li vir hene.”

Beyazgûl, xelat jî da Defneyê û tabletek diyariyê wê kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE