Portreya Marilyn Monroe bi 195 milyon dolarî hat firotin

Portreya Marilyn Monroe bi 195 milyon dolarî hat firotin

Portreya Marilyn Monroe ya resamê Amerîkayî Andy Warhol bi 195 milyon dolarî hat firotin.

Portreya bi navê "Shot Sage Blue Marilyn" li New Yorkê di muzayedexaneya Christie'sê bo zêdekirina eşkere hat pêşkêşkirin.

Berhema Warhol a portreya Marilyn Monroeyê ya ku salên 1960î çêkiriye, bi 195 milyon dolarî hat firotin û bû berhema hunerê ya herî biha ya sedsala 20an.

Portreya Marilyn Monroe ya resam Warhol piştî tabloya "Salvator Mundi" bû berhema hunerê ya herî biha ya duyemîn a dinyayê. Tabloya bi navê "Salvator Mundi" ya resamê Îtalyan Leonardo da Vinci yê serdema Ronesansê ya teswîra Hezretî Îsa bi 450 milyon dolarî hatibû firotin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE