Portreya Qanûnî Siltan Silêman li Îngiltereyê bi 350 hezar sterlînî hat firotin

Portreya Qanûnî Siltan Silêman li Îngiltereyê bi 350 hezar sterlînî hat firotin

Di mezata ku Sotheby's a mala mezadê organîze kir da portreya Qanûnî Siltan Silêmanê Padîşahê Osmaniyan a ji sedsala 16mîn maye bi 350 hezar sterlînî (4 milyon TL) hat firotin.

Mezata online û ji ser têlefonê jî beşdarbûn mimkun bû li gor saeta herêmî 10.30 (gorî saeta Tiükiyeyê 11.30) da dest pê kir.

Di nav koleksiyona bi sernavê "Hunerên Alema Îslamê û Hindistanê" da ku ji 183 berheman pêk dihat portreya Qanûnî di rêza 58an da cî digirt û mezata wê bi 60 hezar sterlînî (691 hezar TL) dest pê kir.

Bi pêşniyazên hatin va bihayê berhemê her çû zêde bû û bi 350 hezar sterlînî (4 milyon TL) hat firotin. Nehat eşkerekirin ku gelo kesekî yan jî saziyekî ev berhem kirî lê kiryarê portreyê tevlî bacê va wê 438 hezar sterlînî (nêzî 5 milyon TL) bide.

- Portreya Mîhrîmah Siltanê jî bi 60 hezar sterlînî hat firotin

Portreya Mîhrîmah Siltana qîza Qanûnî Siltan Silêman jî ku wisa tê texmînkirin di sedsala 17mîn da hatiye çêkirin bi 60 hezar sterlînî (691 hezar TL) hat firotin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE