Weqfa Yekîtiya Bursayê bi navê biratiya pirtûkan projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de 30 xwendekarên Zanîngeha Uludağê çûn Xaskoya Mûşê. Xwendekar li dibistanan geriyan û li zarokan malzemeyên kirtasiyê belav kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Bursa Uludaxê ji bo ku balê bikişînin ser biratî û xwendinê projeyek dan destpêkirin.
Di çarçoveya Projeya Biratiya Pirtûkan de 30 xwendekar hatin Mûşê û çûn serdana dibistanên Xaskoyê.
Xwendekaran li Dibistana Şêxyusufê li zarokan malzemeyên kirtasiyê belav kirin.
Bi zarokan re lîstin û ji bo bîranîna vê serdanê li baxçeyê dibistanê şitil danîn.
Endamên weqfê di çarçoveya projeyê de piştî Mûşê berê xwe dan Bedlîs û Wanê.