Projeya “Geşt û gera dîrokî” dewam dike

Di çarçoveya projeya li Milazgirê de 120 xwendekarên 3 lîseyan li cihên dîrokî yên navçeya geriyan.

Projeya “Geşt û gera dîrokî” dewam dike

Li Mûşê bi hevkariya walîtî, midûriyeta ewlekarî û Qeymeqamiya Milazgirê bi navê geşt û gera dîrokî projeyek tê birêvebirin. Di çarçoveya projeyê de herî dawî 120 xwendekarên 3 lîseyan ji bo gerê hatin navçeyê. Qefleya xwendekaran wê dûvre jî biçe xelat û tetwana navçeyên Bilîsê.

Li Mûşê, Qeymeqamiya Milazgirê xwest ku bala her kesî bikişîne ser navçeyê.

Ji bo vê yekê jî bi alîkariya Walîtî û Midûriyeta Ewlekariyê bi navê “Geşt û Gera Dîrokî” projeyek amade kir. Di çarçoveya projeyê de qefle bi qefle xwendekaran li cihên dîrokî yên navçeyê digerînin.

Qefleya herî dawî jî 120 xwendekarên 3 lîseyan bû.

Girseya xwendekaran li cihên dîrokî yên navçeyê geriya û bi hev re demeke xweş derbas kirin.

120 xwendekar wê piştî Milazgirê biçin Xelat û Tetwana navçeyên Bilîsê jî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE