Projeya ‘Kayapınar Li Malê Dixwîne’

Kayapınariyan bi xwendina pirtûkan zêr qezenç kirin

Projeya ‘Kayapınar Li Malê Dixwîne’

Şêniyên Diyarbekirê di roj in koronayê de ji malê derneketin, pirtûk xwendin û zêr qezenç kirin. Bi saya vê projeyê li bajarê qedîm hem vîrûs belav nebû û hem jî hezkirina xwendinê zêde bû.

Li dijî rîska vîrûsa koronayê beriya her tiştî divê mirov ger hewce neke ji malê dernekeve.

Şaredariya Peyasê jî ji bo gel teşwîqê malê bike bi navê ‘Kayapinar li malê dixwîne’ dest bi projeyekê kir.

Mezin û biçûk 9 hezar û 800 kes beşdarî pêşbaziya xwendina kîtaban bûn. Kesên ku li malê kitêb xwendin kurteya wan nivîsîn.

Di encama pêşbaziya xwendina pirtûkan de 225 kesan zêrên mezin û çaryek qezenç kirin.

Diyariyên welatiyan Qeymeqamê Kayapinarê Ünal Koç belav kir.

Qeymeqam û Şaredarê Kayapinarê Ünal Koç got, “Me got bila gelê Kayapinarê li malê bixwîne. Welatiyên me eleqeyeke mezin nîşanî xwendina pirtûkan dan. 9 Hezar û 800 kes beşdarî kampanyayê bûn. Me ji hemûyan re kitêb şandin . Kesên ku pir pirtûk xwendin diyariyên xwe girtin.”

Xwendekarên ku bi pirtûkan sebra wan hat bi xelatê jî kêfxweş bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE