Şaxa ONDER’ê ya Elezîzê 45 ciwanên serkeftî anîn gera paytext Enqereyê. Lîderên peşerojê li cihên dîrokî yên Enqereyê geriyan.
Elîsa.. Atiyetullah…Muhammed û Abdullah… cara ewil paytext dîtin…
Ew parlamenter, serok, burokrat û lîderên pêşerojê ne…
ONDER’a Karakoçanê 45 xwendekarên Îmam xatibiyê anîn Eqnqerê û wan li paytext digerîne.
Xwendekaran nimêja sibehê li Camiya Hacı Bayram Veliyê kirin û gera wan dest pê kirn… Niha li deverên dîrokî yên Enqereyê digerin…
Ciwanên ku ev cara ewil e Enqereyê dibinin kêfxweşiya xwe anîn ziman..
Cihek ji wan cihan jî muzeya Ulucanlarê bû ku berê heps bû.
Parlamenterên pêşerojê sibehê wê li meclisê bibin mevanê Parlamenterê Elazizê Metin Bulut…