Wezreta Çand û Tûrîzmê bi navê “milyonek xwendekar diçin sînemayê” projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya vê projeyê de, bi dirûşma “bila xwendekarên bê sînema nemînin” li sêrtê 10 hezar xwendekarî sînema temaşe kir.
Wezareta Perwerdeyê fîlmên sînemayê diyar kirin û pêşniyazê mudiriyetan kirin.
Di nav van fîlman de “Son Mektup”, “120”, “Ertuğrul 1890”, “Doru”, “Ayla” û “Bizim Köyün Şarkisi” hene.
Bi projeyê, xwendekarên hîndekariya navîn bê pere dikarin biçin sînemayên li bajarên xwe.
Bi saya projeya “Milyonek Xwendekar Diçin Sînemayê” sala par a perwerdeyê, li Sêrtê 6 hezar xwendekar çûn sînemayê.
Dîroka nûkirinê: 02 Cotmeh 2018, 10:40