Projeya Mîrata Çandî ya Anadolê

Di çarçoveya projeyê de zarokên gundan çûn muzeyê, li çîrokan guhdar kirin

Projeya Mîrata Çandî ya Anadolê

Qeymeqamiya Tatvana Bitlisê, jı bo bala zarokên gundan bikşîne ser mîrata çandî ya Anadolê, projeyek li dar xist. Di çarçoveya projeyê de zarok li muze û cihên dîrokî geriyan û çîrok guhdar kirin.

Muzeya Etnografyayê ya Bitlisê, zarokên gundan ezimandin.

Zarokan, di çarçoveya projeya Qeymeqamiya Tatvanê de mîratên çandî yên Anadolê dîtin.

Bi çavdêriya mamosteyên xwe, him amûrên li muzeyê nas kirin, him jî derheqê pîşeyên kevnare de agahî standin.

Her wiha li çîrokên çandî û balkêş jî guhdar kirin da ku baştir mîrata çandî hîn bibin.

Herî dawî zarokan li çarşiyê xwarina navdar a Bitlisê, buryan xwarin.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 12:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE