Promiyera belgefîlma Ara Guler li Îranê hat kirin

Nimayişa yekemîn a belgefîlma "Ev Dinya Wiha Dinya" ya ku bi destê rojnameger û nûçegihanê wêneyan Coşkun Aral ji bo xatirê dostaniya wî û nûçegihanê wêneyan ê pispor Ara Guler a ku ji 40 salî kevintir e hat amadekirin, li Tehranê hat kirin

Promiyera belgefîlma Ara Guler li Îranê hat kirin

Promiyera belgefîlma "Ev Dinya Wiha Dinya" ya ku bi destê rojnameger û nûçegihanê wêneyan Coşkun Aral ji bo xatirê dostaniya wî û nûçegihanê wêneyan ê pispor Ara Guler a ku ji 40 salî kevintir e hat amadekirin, li Tehrana paytextê Îranê hat kirin.

Promiyer di çarçoveya pêşangeha "Bibîranîna Dîroka Wenda" ya li Navenda Çandê ya Nabshi ya li Tehranê da hat lidarxistin ku pêşangeh jî di çarçoveya projeya "Ara Gurel Universal" a ku ji bo berhemên Guler hat amadekirin, vebû. Herwiha hunerhezên Îranî eleqeyeke germ nîşanî nimayişê dan.

Navê belgefîlmê ji pêşangeha "Ev Dinya Wiha Dinya" ku di sala 1986an da ligel Coşkun Aral vekiribûn tê. Belgefîlm bi destê Aral ji bo xatirê dostaniya 40 salan hat amadekirin û Muge Aralê jî çêkerî hilda ser xwe.

Di belgefîlmê da Ara Guler bi uslûba xwe ya resen hem wateya jiyanê dikole û hem jî qala kelecanên ciwaniya xwe dike.

Xwediya projeya "Ara Guler Universal"ê kuratora Fransî Patrice Valletteyê di panela ku piştî promiyerê seba Ara Guler hat lidarxistin da axivî û diyar kir ku belgefîlm pir serkeftî ye û gelekî baş hatiye amadekirin.

Nûçegihanê wêneyan ê Îranî Seyfullah Semendiyan jî diyar kir ku di belgefîlmê da Ara Guler qala jiyana xwe bi xwe dike ku xebatên bi vî rengî pir kêm in.

Aral di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku yekemîn nimayişa belgefîlmê ji ber daxwazê, li Tehranê hat kirin û got ku heger taleb hebe ew dikarin belgefîlmê derxin pêşiya temaşevanên li Tirkiyeyê û welatên din.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE