Ligel tedawiya tıbbî, bi xebatên destkariyê jî rehabilîte dibin… Kesên ku di Nexweşxaneya Tenduristî û Nexweşînên Derûnî ya Elezîzê de dimînın, bi 5 hezar berhêmên xwe pêşane vekir.
Wêneyên ji hev balkêştir, neqş û xebatên destkariyê, kelumelên kemilandina malê û gelek cure berhem…
520 nexweşên Nexweşxaneya Tenduristî û Nexweşînên Derûnî ya Elezîzê, ligel tedawiya tibbî, bi xebatên destkariyê jî hatin rehabilîtekirin.
Nexweşîna wan ji wan re nebû asteng û nêzî bi 5 hezar berhemên ji hev xweştir li Kolana Vali Fahribey pêşaneyek vekir.
Rayedarên bajêr jî beşdarî pêşaneyê bûn. Wê pêşane 15 roj bidome û bi dahata pêşaneyê dê rehabilitasyon bê kirin.